Ç'irok 9.
Îskender û mûrî
Îskender ze'f zulmk'ar bû, xerc ji h'emû tiþta hildida: terewil, îsan, çi ruh'ber hebû jê distand. Çû rojekê rastî mûrîya hat, go: "Çima te xalî xirab kirîye û þînkayî jî dora xwe birîye? Ez ji te xerc nastînim, besi te nine?" Mûrî k'enîya go: "Îskender, tu jî ya minî, xalî jî". Îskender go: "Çewa ez ya teme? Çewanî, wekî ez sê meha ser te bikim baran, bêjim mamareþan ser te sê meha bike baran, h'iþk bî". Mûrî go: "Mala te ava be, ez dikarim livekî genimîva h'evt sala îdare bikim, ji qulê der neyêrn".
Îskender girt wê mûrîyê avîte but'ilke, livek genim avîte cem û devê but'ilkê girt. But'ilke avîte alîkî, n'evt sala ma. H'evt sala þunda go: "H'alê mûrîyê bû
çi?" Çû dîna xwe dayê, va mûrî nîvê gênim xarîye, nîvî maye. Îskender e'cêb ma, go: "Canim, eva h'evt sala nîvê gênim xarîye". Go: "Mûrî, ne te go, ez genim, h'evt sala dixwim?" Mûrî go: "Duþurmîþ bûm, Îskender p'adþakî zulmk'are, dive h'evt salê dinê jî devê but'ilke veneke. Loma min nîvê genim xarîye, nîvî jî hîþtîye, wekî îdara h'evt sala jî bikim".
Îskender dest jêra danî.