Ç'irok 10.
Mirina Îskender
Wextê Îskender pirsîn: "Îskend'er, tê k'engê bimirî?" Îskender go: "K'engê e'rd bive risas, e'zman jî bive t'as, hingê ezê bimirim". Le ew nizan bû çi wextî wê bimire.
Eskerê xwe hilda çû. Esker t'aba xwe ne anî ji dest sermê, dest þilîya. Binê wî bû bûz. Îskender rima xwe lêda kire sêp'i, mert'ela xwe jorda avîte ser, wekî baran þil neke. Wefat bû.
Wexta wefat bûnê Îskender t'emî da, go: "Wek çil t'ivingçî pêþîya min herin, belkî ruh'ê min bizvirînin. Nezvirî, çil sinî t'ije zêr kin, belkî bi zêr bizvirînin. Wexta ew jî nezvirî çil sinî t'ije zîv kin, belkî bi zîv bê zivirandinê. Zîv jî nehate zivirandinê, çil dest def, zurne bira lêxin, belkî bi def, zurne, ruh'ê min bizvirînin. Wexta usa jî nezvirî, çil merî bira bigrîn. Ne bû, bira çil merî jî bik'enin, belkî bi k'en ruh'ê min bê zivirandinê. Divê, destê minê vekirî bimîne, kîderê destê min hate girtinê wêderê min ç'e'l kin, t'irba min wêderê bik'olin, mi heq kin". Merîyê aqilbend wêderê hebûne, gotin: "Hûn bala xwe didine eskerê Zuqurne, lê dinhêrin, go, Îskender çi dibêje, Divê, wekî mirin bi þer, ç'ek-sîleh' nehate zivirandinê, zêr û zîv jî nehate zivirandinê, go, def û zurne jî ne hate zivirandinê, k'en, girî jî nehate zivirandinê, destê wi vekirî ma, çimkî ç'e'vê wî vê dinêda qe tiþtekî t'êr nebû. Her ç'e've bende c'enge xalîye". Ç'enga xalî avîtin destê Îskender, deste wî hate girtinê. Gotin: "Vêderê jî heq kin".