Ç'irok 20.
Merivê bê derdî bê kirase
Rojekê p'adþek nexwaþ dik'eve. H'ekîma çi dermanî didanê k'ar nedikir. H'ekîmek gotê, go: "P'adþaî xweþbe, dermanê te kirasê merivê bê derde, ka tu kirasê merivekî bê derd xwekî, tuê pêra-pêra qenc bî".
P'adþa meriv þandin, ku kirasekî usa bînin. Ew merivana gelekî geryan, lê merivê ku derdê wî t'unebe ne dîtin. Ida ew dixastin bizviryana biçûna bigotana p'adþê, wekî merivê usa t'une li t'u e'rda, niþkêva rêda rastî þivanekî tên û jê dipirsin: "Þivan, qet derdê te hene, yan na?" Þivan divê: "Filankes, ez gotina we fe'm nakim, derd çiye, h'eywane, gîhaye, çiye?" Merivê p'adþê þa dibin, dilê xweda divên: "Me dermanê p'adþê dît". Ew þivanra þirovedikin derd çiys, þivan divê: "A, naka min fe'm kir derd çiye. Na, derdê min t'unenin, wekî seva her tiþtekî bifikirim ezê rojekêda bimirim".
Merivê p'adþê divên: "De wekî usane, kirasê xwe bifroþe me, ew lazimî p'adþêye". Þivan divê: "Kirasê min t'unene, hebya ser ç'e'va, ser sera. Axa çi dide min ez wî jî xwe dikim. Ez wekî seva kiras bifikiryama, wê minra bibûya derd, lê ez dixazim bê derd bim".
Merivê p'adþê zivirîne cem p'adþê û gotin; "P'adþaî xweþ be, dermanê te t'une, merivê bê derdî bê kirase".