Ç'irok 21.
Mêvan heye - Ezrahîle
Carekê merîk diçe malekê mêvan. Ew ku ber dêrî ji hespê peya dibe malxuê malê dertê pêþîê. Mêvan selamê didê. Malxaê malê divê: "E'lêkim selam ezrahîlê min".
Diçin malda rûdinên, nan dadinên, nan duxun, xayê malê divê: "Rabe razê berxê min".
Mêvan duþurmîþ dibe: "Wextê hatim çira ewî mira go, ezrahîlê min, û hêja jî go berxê min".
Wê þevê mêvan mala malxuê radizê. Sibê ew radibin te'þtê duxun, paþê mêvan xatrê xwe ji malxuê dixwaze, hespê sîyar dibe ku here, malxuê malê divê: "Here, tera oxir be zurneçîê min".
Eva mêvana diçe ze'f digere, merîê zane dibîne û ji wan dipirse cahaba wan pirsa.
Merîê dinê dîtî jêra dibêjin: "Ewî ku gotye "Ezrahîlê min", dêmek mêvan heye ku çaxê t'eze tê ezrahîle, lê wextê malda nan û xwê dixwe dibe mîna berxa, wextê radibe ku here îdî bextê wî destê wî, çi bixaze ewê qasî þîrê xwe wê gilî bike, dengê wî mîna zarneçîya wê dinê belabe".