Ç'irok 17.
K'ê qencîê dike - xwera dike, k'ê xirabîê dike - xwera dike
Dewrêþek hebû mala digerya nan berew dikir û digo: "K'ê qencîê dike xwera dike, k'ê xirabîê dike xwefa dike".
Rokê, k'alfeta malekê ji wî k'esîbî ze'f e'ciz dibe. divê: "Bo ew dewrêþî zeylê me birye, hero-hero tê nan dixaze". Ew duþurmîþ dibe, k'atek dipe'tîne, bi je'rê p'erwade dike, wekî dewrêþ bê, k'ate bide dewrêþ, ew bixwe je'rdadayî be, diha neê nan nexweze.
Sibê safî dibe, k'esîb dîsa tê dike gazî: "K'ê qencîê bike xwera dike, k'ê xirabîê dike xwera dike". Jinik gazî dewrêþ dike k'atê pe'tî didêda. Duþurmîþ, dibe, divê eva k'ulfeta herro seva nanekî xeber dida, gelo çi qewimî, wekî ewê îro k'ate da min? Dewrêþ dixaze vek'þe, lê careke din k'ate ji destê jinikê digre û divê: "K'ê qencîê dike xwera dike, k'ê xirabîê dike xwera dike". Dewrêþ k'ate hildide dike t'orpê xwe lêdide diçe.
P'ir diçe, hindik diçe ew ber kanîkî rûdinê ku reh'et be, hine nan derdixe nanê xwe bixwe. Wê demê dewrêþ dîna xwe dide xortekî cahilî, bedew wê li ser kanîêe. Ew silav didê dewrêþ, dewrêþ jî silava wî vedigerîne. Xort dibê: "Dewrêþ baba, ezî ze'f birçîme, qe nan çem te heye?". Dewrêþ dibê: "Xortê cahil, cem min tiþtê laîqî xarina te eva k'ateye t'enê".
Dewrêþ k'ate derdixe bi dilê qeno dide xort û radibe diçe.
Hema xort k'ate dixwe ci bi ci dik'eve.
Þivan, gavanê nêzîk tên ser kanîê dibînin va xortek k'etye. Pê dih'esin, wekîxort ji gundê wane, h'eft sala xerîbîê bû. Xort jî kurê wê k'ulfetê bû, k'îjan k'ate dabû dewrês.
Hewarîê didine dê-bavê xort, ewana tên ser kurê xwe, dipirsin çira ha bûye, xort dibê: "Hal hewal vê formê bûye, ez birçî bûm, min nan ji dewrêþ xwast, ewî jî k'ate da min, min k'ate xwar, pey k'ate ez ha bûm". Dîya gede fe'm kir, wekî ew k'atê wê bûye. Duþurmîþ bû, ku gotinê dewrêþ rastin: "K'ê qencîê dike - xwera dike, k'ê xirabîê dike - xwera dike".