Ç'irok 18.
Mar dûvê xweyî qut bîr nake
Hebû mirovekî pîr û belengaz. Ew xwediyê çend pezên spî û reþ bû. Hero, serê sibehê, di bihna rojê ya pêþînda, ew ji mala xwe derdik'et, pezên xwe didan ber xwe û diçû çolê h'eta ko wan biç'êrîne. Wî mirovî xweþ p'if dikir bilûrê û h'eta ko wextê xwe biborîne li bilura xwe dida u stranine ziz u melul, nexmeyine dilhebin u hewindar dileyistin.
Rojekê ew di nav kulîlk û giyanda bi xiþexiþekê hesiya û halo nêrî û dît ko marekî mezin ber bi wîva tê. Mar çend gav ber bi wîva hat lê bi derbekê rawesta, rabû ser dûvê xwe û dest bi dîlanê kir, mar wextekî dirêj bi k'êfxweþî reqisî, mîna di dema gulana maranda û dawî vegeriya k'una xwe û jê bi derk'et û hat pêþ þivên û zêrekî zer danî pêþ wî. Mar û mirov, p'ir ne borî, fêrî vê lihevhatinê bûn û eydî çi bihar, çi havîn, hero serê sibehê, di wextê xweda, ko marî dengê bilûrê dibihîst, dihat pêþ pîrî, bi dilþayî direqisî û piþtî vê wî zêrek dianî û didanî pêþiya þivên.
Du sal ne qediya bûn, ko þivan bû dewlemend û herwekî ew dîndar bû, rojekê gote xwe: "Ez bûm dewlemend, min divê, ez herim û mala xwedê t'ewaf bikim".
Piþtî vê qirarê, mirovî banî kurê xwe kir û hal û h'ewalê xwe û marî jêra da zanîn û gotê: "Kurê min, dewlet serî vî marî em bûn dewlemend. Dotira roja çûna min, divê tu di spêdeyêda, pezên me bidî pêþ xwe û herî cihê, ko min þanî te da û lê li bilûrê p'if bikî. Tu ê bibînî, ko marekî zêrdil dê bê pêþiya te û ew bi çelengî û nazdarî dê bireqise û piþtî qedandina dîlanê ew û ji tera zêrekî zer wê bîne û dayne ber te. Lê lawo, we nebe, ko tu bi qesda t'alankirina gencînaya marî wî bikujî. Divê tu yweþ bizanî, ko heke qeda de bik'eve mala me".
Dotra roja, ko mêrik berê xwe da h'ecê, lawik bi pezanva çû cihê nîþandayî û dest bi leyistina bilûrê kir. Demeke kurt borî, ç'avê lawik bi marî k'et, yê ko ber bi pêþ dihat. Mar, herwekî bavê wî jêra gotibû, pêþberî wîda rawesta. Lawikî p'ifkirina xwe hêj xwêþtir kir. Marî xwe berda serxweþiya semayê; mîna levenekî di aveda, weke terhekê li ber bayî xwe dih'ejand, dik'et aliyên ç'ep û rastê direqisî, direqisî. Dawî mar vegeriya k'una xwe, zêrek anî û danî ber lawik. Mîna ko bavê wî jêra gotibû eydî hero, serê sibehê lawik dihat cihê mêr û li bilûra xwe dixist.
Lê wextekî dirêj ne borî, ko xortê me ji marî aciz bû û gote xwe: "H'eta k'engê ez ê xulamtîya vî marî bikim. Bavê min mirovekî pîr û sisfc bû, lê ez ciwanim, ez jêhatîme, bi xwedê, ez ê vî marî bikujim, gencîneya wî t'alan bikim û xwe û bavê xwe û dûndanên xwe ji dilitiya mer xilas bikim".
Lawik, ko carek qirar da, hema þûrek p'eyda, wî ev þûr xist bin kepeneyê xwe û pezên xweva, mîna adetê çû cihê, ko em pê dizanin û dest bi p'ifkirina bilûra xwe kir.
Mar hat mîna hero, bi dilp'akî, sema kir. Lawik mestiya marî firsend dît û bi þûrê xwe li marî da û dûvê marî qetand. Lê di vê hengamêda marî jî pê veda.
Jehra marî gelek xurt bû, lawik di cihda bêhiþ k'et û ji bîrva çûyî ma, cendekê wî nepixî û ber bi êvarê mir.
Xelke gund gava ditin, ko roj cu ava û lawik venegeriya mala xwe, gelek li ber wî k'etin û hema bi þev lê geryan. Wan ew ber bi nîvê þevê p'eyda kir û herwekî ew kurê mirovekî dewlemend bû, jêra der cihê, ko ew mir, di bi darên bîþenganra t'irbeke spî ava kirin û wan ew têda veþart.
Roja vegera h'eoiyan hatî bû, xelk çûn ser rê pêrgîna wan. Gava bavê lawik, di nav xelkêda kurê xwe nedît, di canê xweda bi êþeke k'ûr hesiya û di xweda got: "Xwedê dizane lawê min qurbana sergermiya xwe bûye".
Bavê reben gelek qehirî, lewma kurê wî li ber dilê wî gelek þîrîn bû. Lê tol vekirin ne hat bîra wî, li nik wî berpirsiyar lawê wî bû.
Her çi jî be, dotra ew pez dan bar xwe û çû cihê zanî û dest bi leyistina bilûra xwe kir. Mar ji k'una xwe derk'et lê nêzîkî lê ne kir. Mirovî got: "Heyran, çima pêþva nayî û mîna berî sema nakî, ma em ne hevalên hevin?" Marî lê vegerand û got: "H'eta, ko ev t'irba spî di pêþ ç'avên tedaye û dûvê minî qetandî ber pêþ ç'avên min, eydî di nav bera meda hevaltî çê nabe", û mari bêyî, ko li hêviya bersîva pîrî bimîne, dev jê berda û vegeîiya k'una xwe.