Rojêk - be mil berzî,
nek sed sal - be mil hîzî

Dimdim Xanê K'urda

Neqil dikin, ko di wextê þah Ismaîl, ko þahê Iranî bû, li Merxaê xanekî ecemêd rafizî hebû, navê Esker-xan bû. Û qezaêd Heka-xarîan jî li sînorê Iranê gelekî asî heye. Li ser berekî vaxe bûye. Lak'in qewî meh'keme, kela Dimdimî dibêjin û mîrekî kela Dimdim hebûye navê xan Ebdal bûye. Lak'in qewî zêde lawekî cûan û sipeh'î bûye, zêde navmêrî Ç'epilzêrîn digotin.
Ewî xanî rafizî Esker-xane dayîm edavet û dijminî di gel xan Ebdalê û ehalêd Dimdimî hebûye û dayîm ji yek du t'alan dibirin û mêr dikuþtin. Icarî ewe Esker-xanê rafizî ji et'rafêd Meraxaê yanz-deh hezar sûar u peya ber hev kirî bi top û ordû þûye ser kela Dimdimê, ser xan Ebdalê û kela Dimdimê daye hesarê ê þar k'enarê kelê girtî, ko îdî ji t'erefekî eslan hatin û þûyîn t'une.
Di niva kela Dimdimê ji mezln û biþ'ûk h'eftsed merov hebûne. Ewan jî dest bi þerî û de'waê kirine. Her rojê xan Ebdal di gel sed merovan ji kelê ji derdik'evin û bi Esker-xanra þerî dikin. Mix-darek t'elef dibitin qedrê maî bi þêve vedigerîne kelî bi vî terzî her rojê þer û devayê di gel leþkerê Iranî dikln û goya Ebdal-xanê verê kirye nik p'aþayê Wanê û ehwalêd muhasira xwe îfade dlkin û emdade dixwazin.
Roj bi rojê leþkerê Esker-xanê têtin û zêde dibitin. Lak'in mlrovê xan Ebdalê ko di hesarêdane t'elef dibin û kêm dibin. Xulese k'elam muxdarê se mehan elat'ewalî Esker-xan kela Dimdimê didite hesarê û her rojê top û qûmbaren davête kelê û þer û de'vaê dikin û ji merovêd xan Ebdal di nêva kelêdanê ji h'eftsed merovan h'eftê merov dimînîtin. Idî di kelêdanê cebxane û ezûxe jî kêm bûye. Zêde ew e'yal û et'fal beþ'are p'erîþan dibin. Idî ji cehekî omîda ehle kelê namînîtîn û taxeda dijminê jî tê nînin.
Rojekê xan Ebdal îdî ji naþarî di gel wan merovêd maîn dikine þewr, ko ehwale me dê þewanî bibîtin u em þi t'et'bîr û þ'arey li xwe bikin. Ji romî û hekarî û ehle esleman hinde me dîye ferdekî îmdad û yarî ji boy me nehat û me jî heftsid mêr hebûn di vî medeî hesarî þehîd û telef bûyî. Naha maîne hefte merov û nîva kelê cibxane û ezûxe jî xilas bûye, ev ehi û e'yal birsî diminin. Em dê k'osanî bikin hûn þi ray û t'etbîrî dikin em ray bixwezen t'eslîm bibin û ya xwe em k'osanî blkin. Ew meroved þêwrî her yek rayekî dikin.
Da xan Ebdalê, Goher-xanim jî di nava þewrêdanî bûye, îcare Goher-xanim dibêjîtin ko "Neh ray û t'eslîm bûyîn kêr nayê û minasb nîne. Lewranê ray û eht emana qlzilbaþan bi î't'ebar û bi bawerîne. Eger þi suret'a ray didine we lak'in paþê naêne xoyî' xeberêd xwê û dîsanî ehanet û xlyanetî di gel we dikin ya qenc ewe, ko eve sê mehin me eve hesara û zeh'met û cifa k'iþaye û hinde mirovêd rne þehîd bûîne, em jî di gel yek û dû ehd û eman-î bikin her þî ko mirin. Hûn dergehê kelê vekln û ji kelê bi derk'evin, ew dê h'ucuma we bikin û ji me jinan jî herþî qudret heyîn em jî þ'ek û erk'anan radibistin û di gel hewe têne þerê û herþe keþ' û bûkin ko qudreta þerê nînin belanî ew jî je'rê hazir bikin û ku hûn qut bûîn, bllanî ew je'ri bixwin. Da bi destê rafizîan nek'evin û bilanî yek jî memur bibitin herþî cebxana ko maye ber hev cihêkî bikin weku ew rafizî t'ijî nîveka kelê dibin, we demê bilanî ew memur agirî bidite wî cebxanê. Ba wî em heþar dibin, bilanî rafizî jî qir bibin".
Idî her kesek li ser raya Guher-xanim qirarê dibin û ewê t'ert'îbî dikin. Lak'in ji xwe qete omid her kesek ji boy mirtnê hazir bûyî. Roja înî, nezuke zewale xan Ebdal di gel h'eftê nefer aziyan û bîst h'eft nefer jinan derê kelê vedikin û ji yek û dû mezin û biþ'ûk, cûan û pîr, jin û mêr xatir dixwazin wedae ji hevdu dikin. Bi girîn û zarî ji kelê bi derdlk'evin.
Û herþê keþ' û bûked cuan ji heyîn je'rê hazir dikin û ji bircan nezarê li wan þûyî û xan Ebdalû dikln. Û jina xan Ebdal Asîme-xanim jî herþê cebxani mayî ber hev maxazîya binî derê kelê dikitin û ew jî ji bircan difikire mint'ezîr dimînitin weko xan Ebdal di gel k'omekî ji kelê bi der dlk'evitin qizilbaþ zin dlbltin, ko ew dê berevin îdî qizilbaþ jî destê þer îroþî tînine xan Ebdal û xazîan di li blnê kelê dikine þer.
Lak'in ehlê Dimdimê hindik û rafizî ze'fin û jin û kec' ji bircan nezer dlkin. Û selevat tînin û zarî û qirîne dikin dengê farîyad û fixan û zarîya zarok û mesûman diþite felekan. Xulese k'elam h'eta neferek ji wan xazîan maî ceng dikin. Û hemû jî þehîd dibin. Lak'in ji qizilbaþan jî duh þendan û sê þendan miraz dikin, weko xan Ebdal û merov û jined bi derk'etî bît t'emam þehîd dibin. Idî ew rafizî jî îdî mayî h'icûma kela Dimdimî dikin û t'ijî nîva kelê dibin herþe ko ji kec' û bûkan hebûn ze'fin je'rê vexarî û Asîme-xanim jî agirî didite cebxanê veyalekê kelê ber heva dibitîn ji Irane û ji êyal et'valêd ehlê Dimdimê herþê ecel t'emam bûyî t'elef û helek bûyî û herþê ji rafizyan merd nebûyî xilas bûyî.
Ew jin û zarokêd kelê mayî ji boy xwe esîr klrîn û birîn. Û herþê þahîd pîr û ixtîyar mabûn ew jî hemû kuþtin û þehîd kirin û agir dayine kele jî. Kele û evahî hemû soton levranî ji rafizîan bihisêb helak û mird bûbûn îdî ji wî rojî heta naha jî kela Dimdimê wisanî xalî tê xalîye xerabe dimîne. Idî ava ne bûyî û eva qesîya þerê kela Dimdime qewî meþhûr u me'rûfe di K'urdistanîdanî u Melayê Baleteyê Mîm-Hay li vê qiseyê mewzûn dastanek înþa kirîye. Eskerê ek'radan wî dastanî di meclisanda dixûnin û ji boy þehîdêd kela Dimdime h'eyf dixun û digrîn û doayî dikin.



Gulmîne leb gulmîne,
Gelî xelke û alemîne,
Bo we bikim kestê xanê Lebzêrîne.
Xano çû bû nug þaye,
Bo xo lê diket lavaye;
"Erd bide min qasî ç'ermê gaye,
Da bo xo lê bikim avaye".
"Erê Xano de'wa me ke,
Çû Dimdima ava ne ke,
Çû ser êþya bo me çê me ke.
Erê Xano, karim bidim te bi qasî ç'ermê gaî,
Tu bo xo lê bikeî avaye,
Tirsira bibî bê dûmaî,
De here, min da te e'rd bi qasî ç'ermê gaî,
Bo xo lê bike avaî".
Xano rabû çirkekî bêe daî.
Çê bû Xano malî ave,
Da min cîkeva pênc gave,
Inþalla de kim xelîfe û þah bêne sulave.
Çe bû Xano çi bi hunêre,
Ç'ermê gaî kir diwêle,
Pê girtin deþt û zozan zêde kevire.
Ew çe bû van xanane,
Ç'ermê gaî da nûmane,
Dane ber dûzane, divêje kêþa weku muê serane,
Pê girtin deþt û zozane.
Dimdim îna li ber kolê,
Pênsed p'ale lê dikin þolê,
Inþalla Xan xoþ bîd de li ser te kim roja xertolê.
Dimdim îna li ber çekirinê,
Ber simtîn risas kirine,
"Inþalla dê li ser te kîm roja mirine".
Vokû Dimdlm ava kirî,
Ber simtîn risas û mefreq kirî.
"Vokû çi bikim dîware kelê di zirave,
Cîhêd berê me tengave,
Min xo bi destê xo pîvaî sêsed û þêþt û du gave".
Vokû Dimdim xelas kîrî,
Serê sêsed p'ala birî,
Bircê mezin asê kirî,
Kirîya befir alandî,
Deþtik xosari rijandî,
Xanu qefil û bazirganed þahî vêt þelandî.
Kirîya befir spî kirî,
Deþtik xosari þil kirî,
Xanu nû dest xirabîa kirî.
Mîr Seîdo çû bû nug þahî,
Bo xo lê diketî li navaî;
"Eskerê min bû xûd biryaî,
Sêr û piling li min asî bû li ç'îaî".
"Erê Mîr Seîdo vaî awa nîne,
Xan xulamekî amîne,
Çû cara dl gel min û zurete babê min nabête xaîne".
"Erê, Xano waye, waye,
Bi rast Xano nandanê teye,
Ve carê vê bû dijminê dîne teye".
"Kuro, Mîr Seîdo qasidê min hatî ji mêje,
Me zanî Xano ve bo xo ava kirî k'olikekî meje".
Erê Xano bi rast qasidê te hat ji meje,
Xo neî kere û kore û geje,
Me bi çavê xo dîtî ser dîwarê kelê Dimdime bestî dwazde cotêd gamêþe".
"Erê, Xano waye, waye,
Bi rast Xano nandanê teye,
Vê car we bû dijminê dîne teye".
"Bela bû mabînî welatê K'urdistane,
Zêra bidin ji ber heqane,
Dê bo me çêken du sulînxane.
P'ale bo me bînln jl welatêra û naqa,
Zera bidin ji ber heqa,
Dê bo me çêkin sulîne bi dwazde t'ebaqe".
"Cwabê beînin xelîfeî,
Dim te zêrê Bemuçeî,
Hema tu biçî ser kele Dlmdimeî".
"Xano, dê bide min du xane,
Di gel fêriz û p'elewane,
De ez keleî Dimdime bo te bikim wêrane".
Çi rojekî ji rojane,
Weku stêrê di ber esmane,
Honte xîvet û çadir ber kelê Dimdimê wêd vedane".
"Herê daî, herê daî,
Li min bike t'exbîr û raye,
Umrê me berî ji dinyayê".
"Kurê min, eva qetlo û bazirgane,
Xercê babê te li ser wane,
Heker nedan subeî, me û wan lêg dane.
Kurê min evne k'afirin,
Xîvet iþkesta vedigrin,
Nîvek jê semerê hêstirin".
Çêbû Avdel - beg ruvala,
Baristin þîr û mert'ala,
Her þev ji kelê çîte xware,
Sê sed xîvet ji xîvetê di xelîfe dike di vala.
Çê bû Avdel - beg begîe,
Ji Kelê wê xwar k'etîe,
Her þev sêsed xîvete ji xîvetêd xelîfe vala kirîe.
Go: "Cwabê bibin bo þahî,
Eskera bike cemaî,
Eskerê min bû xod biryaî,
Ser û piling li min asî bû li ç'iayî.
Bejin bo þahi da bête,
Bila qet þer mekîne kêta,
Pilinga li min asê bû li kelêta.
Zivlstan ço, me hat bahare,
Dê leþkeran bikin k'are
Xanê k'urda gel me xware.
Zivistan ço, me hat havîne,
Dê leþkeran bicemîne,
Xanê k'urda di gel me xaîne.
Havîn ço li me hat paîze,
Dê leþkeran bi tevîze,
Xanê k'urda di gel me zîze.
Paîz ço li me hatî zivistane,
Rakin leþkire di girane,
Me sefare ser Xanê k'urdane".
Xanek hatî her wê têo,
Dûmaîkê we li behra Xwêyo,
Beraîke dane li bin kelêyo.
Xanek hatî ji Selamaste,
Hûn dibên direwe û hûn dibên raste,
Inþalla Xan xoþ bîd xûn dêken waku maste.
Xanek hatî ji T'ewrêze,
Êdeg li dû xo kirne rêze,
"Inþalla dê kela Dimdim xirab kim bi hembêze".
Xanek hatî ji K'încûmînca,
Ne felahe û ne kirmance,
"Inþalla kela Dimdime dikime armance".
Xanek hatî ji Erûvêle,
Dinya girt û li ber xo kêle,
"Inþalla Xan xoþ bîd dê xerab kim simbêle".
Vako xan cêma bûne,
Bîst û dwaze t'emam bûne,
Ber Dimdime wet'rax bûne.
Erê Xano tu kurmancî,
Tu qebûl ke vî t'ancî,
Heke na' tu ber t'opê mtn armancî".
"Ez t'ancê te qebûl nakim,
Ez h'eft ne'let li babê te dikim,
Kirmanciyê bênav naklm".
"Vê carê gerê f'opane,
T'opa bavên kelê xana,
Kelê xana bikin wêrane".
Dimdim berekî kope,
Wê têne bi t'iving û t'ope,
Wakû baranê dilope.
Dimdim berekî midauwir,
Wê têne bi k'uling û tawir,
T'oz li ber ezmana bûwe e'wir.
Dimdim berekî di aveda,
Pênsed t'opa bi carek lêda.
Beri ji berek nekir zêde.
"De bînin t'opê Mezine,
Biþkin t'okê di gel bazine,
Bavêje burcê mezine,
Kelyê Xane bi heriv ji bine.
Bînin t'opê Piç'ûke,
Biþkin t'okê di gel neînûke,
Bavêje burcî li ser sûke.
De bînin t'opê T'ûrxane,
Dirêj kirî ser e'rebane,
T'op havêje kelyê xane.
Kelyê xane blkin wêrane.
Bînin t'opê dirêje,
T'opçîya dagirtl ji mêje,
Bavêje k'oçkê bi nivêje.
Bînin t'opê Berzanê,
Derê t'ope wek qezxanê,
Têk hijandin burcêd Xanê.
Bînin t'opê Enzalê,
Derê t'opê wek mencalê,
Têk hijandin burcêd kelê.
T'opçîya t'op hazir bikin,
Sed t'opa nik yek rast bikin,
Kela Dimdim xirab bikin.
T'opçîya t'op hazir kirî,
Sed t'opan nik yek rast kirî,
T'eze le t'opêd xo kirî.
Dîwarê kelê wer kirî,
Ber ji berek ne rakirî.
Orêd babi van t'opçîye,
T'opa bi hîlet havêtîye,
Ber ji berek ne rakirîye.
T'opçîya t'opa bikþînin,
Barûtê gellek bê e'bînin,
Dû berka li ser yek biþidînin,
Dîware kele bileziqînin,
Kelyê Dimdime bileqînin.
T'opçîya t'opa kêþande,
Barûtê gellek e'bande,
Dû berka li ser yek þidande,
Dîwarê kelê lesqande,
Kelyê Dimdimêî leqande.
T'opê mezin kire hringên,
Bircê Mezin kire gurên,
Sêr pazêra wê tê dinarin.
T'opê Mezin wê berdawe,
Bircê Mezin deng vedare,
Sêr pazêra navêd xo dave.
"Bînin t'opê der zêrîne,
Berkê topê sed waqîne".
Xana wê tê nivistîne,
Wan çu ha ji t'opa nîne.
"Bînin t'opê der reþe,
Berkê t'opa wek zebeþe,
Tu - kelyê Xanê bi helveþe.
T'opê Mezin veresînin,
H'evalek ji bircê firînin,
Xatûna ronek buwarînin.
T'opê Mezin verasande,
H'evalek ji birce firande,
Xatûna ronik werande.
"Xanim Xanê Lebzêrîne,
Kelyê Dimdim ji bumbarîne,
Çû cyê êrþa lê nîne.
Elhemdilla û þikir, ez neî Dimdim bûme-Dimdim,
Ez kirmanc bûm bûme hakim,
Sahê e'cem dêîna li bin min.
Ku dile min wê dike girî,
Terek li ber azmana difirî,
Awa h'eft sala rez deîna jê xwar tirî".
Sala h'efta t'emam bûye,
T'ûlê Xan wê zaîye,
Avê firo jê çêkir bo þahê hinartîye.
Sahî go: "Eva sala h'eftêo,
Mast p'eyda nabêd li çû erdêo,
Ava xwarin tê bo me ji kelêo?"
Go: "Bilezim, bilezînin,
Tangê dewera biþidînin,
Xanê k'urda dê me birînin".
Çê bû Meh'mûdekî nemaî,
K'axazê li tîre pêçaye,
Havête xîvetê þahe,
Nîþanê kanîê û sulîn daye.
Çê bû Meh'mûdekî begîya,
K'axaza ji belgê hurmîya
Nîþanê kanîê û sulîn daye.
Çê bû Meh'mûdekî Elekane,
Te kullek hinde li bin zimane,
Ew bû sebabê kelê Xane.
Ew rista hûr bismare,
Meh'mûdko tê çobû xware,
"Bînin pêþda, bikim pisyare".
Meh'mûdko bi xulama dibête,
"Heke þermo, heke fihête,
Min xulamya þah divête".
Sahî go: "Meh'mûdko Elekanî,
Eî sewo ji nislê þeît'ano,
Tu bo çi xaim bû di gel T'emir-xani".
"Erê Sahî waye, wa nîne,
Hero met'aleg zêr bo min di îna,
Ev roka met'ale min na îna,
Di gel wî bûme xaîne".
"Erê Meh'mûdko Elekanê,
Sawo ji nislê þêît'anê,
Ba min wê heî sê sed xulamê bîanê,
Her ro nadêmê kerek nane.
Heke di gel me xaîm bin dê nanê min bît h'erame ruh' û canê".
De bînin, bînin, bînin,
T'opê Mezin bigehînin,
Meh'mûdko têba bih'aþînin,
Dîwarê kelê bilesqînin".
"Me înandin, me înandin,
T'opê Mezin me gehandin,
Meh'mûdiko têva h'eþandin,
Dîwarê kelê lesqandin".
Go: "De here Meh'mûdkê Elekanê,
Heî sawo ji cinsê þeîtanê
Tu dewa hevalîê bo min keî, yê te kirî ji bo T'emir-xane".
Çi seh'era zeryo tave,
K'afira sereg berdawe,
Ser birî sulîn û ave.
Çi seh'era zeryo hûne,
Feqîya des kir mesîne,
Zerîcxana pang da Ji xwîne.
Xano ser sulîna zivirî,
Agir dilî wê çit gurî,
"Ya rebbî min h'eyf li mindale di kurî".
Wek jê birîn sulîn û ave,
Xan ronek na westin ji ç'ava,
"Ya rebbî min h'eyf li mindale di sava".
Xano girtî dîwane,
"Ruh' - þirîne, ofe - girane,
Heçî malê xo divêt bila biçît mîn destûr dane.
Heçî mal û e'yal divête,
Bila qe di gel mln neête,
Da ji xudê nebûm fehête".
Wan go: "Herê Xano, herê mîre",
Feqa helgir kêþk û tîre,
"Em serê xod kin ser gorî Xanê mîre".
"Herê dayê, herê dayê,
Li min bike t'exbîr û rayê,
Umrê me bêrî ji dinîayê
Kes thanê me êdî nayê".
"Kurê min ji xudê fehêtin,
Me'nega ji xor havêtin,
Deste þîra k'ê ji we tetln?"
Go: "Bilezim, bilezînin,
Derêd xezîna biþkenînin,
Zer û zîvê me bih'elînin,
Sîrê lawa tê helînin,
Paþî me dê bo k'î mînin?"
"Ma wê nandin, ma wê nandin,
Derêd xezîna me þikandin,
Zer û zîvê tê li'elandin,
Sîrê lawa tê helanin".
"Dê cwabê bênin olîyê,
Zava rakin ji piþt p'erîyê,
Ku kur bab maî li vîyê".
Avdel-beg rabû, rabû,
Rextê kuderî p'êça bû,
Destek lawa li dû meþa bû,
Bi xulmetê babê westa bû,
Beremberî babê xo bû,
Mertebek li babê zêde bû.
Avdel - beg dibête jinê:
"Lê kurtikê, dest bazinê,
Du subeiyî þah da minê
Çend lao dê êna kuþtine?"
"De bînin, lawê þerefe,
Tu li meydanê na xweî gefe,
Bo xo helgire þîra bi dû deve.
"Binîn lawê benanî,
Fêrisê vî zemanî,
Bo xo helgire sîrê þam-xorasanî.
Bînin lawê derþîvî,
Tu li meydanê ji xoî bi hîvî,
Bo xo helgire þîrê dest bi zîvî.
Bînin kurê melaî,
Nav ç'ekêt Xanê geryaî,
Bo xo helgir vi asayî.
Binîn lawe bulbase,
Tu li meydanê mêrek xase,
Bo xo helgire vî e'sa.
Herê lawêd betk'arî,
Bijîo mesk'en zinarî,
Bo xo werê ç'ekêd bijarî".
"Xeberêd mêra êke,
Ê þîrek bistînim des mln blþkête,
Dê di gel we buma fehête.
Xano mi ji te divête,
Du þîra buke êke,
Çêke mert'alek pîlaî,
T'asekî mifriq lê daî,
Xemê min wirdîya þaî".
Xano rabû, zû bezîa,
Xano ço bû nig jixsîa,
"Jixsîo min ji te divête,
Du þîra blke êke,
Çêke mert'alek pîlaî,
T'asekî mifnq lê daî,
Pê bigehem xîvetê þahî".
Jixsîa rabû, zû bezîa,
Çekir mert'alek pîlaî,
T'asekî mifriq lê daî,
Destê Xanê k'urdan daî.
Xan ziviîi menzelê xo,
Got: "Kuro, bistî þîrê xo,
Pê xilas bike serê xo".
Kuro þîrî distînît,
Navê xudê vê tînît.
Carek radihêjînît,
Destê þîrî diferînît.
"Orêd babê van jêxsîa,
Solê wan bihîletîe,
Rîyê di babê wan rîtîe,
Wiccê þîrê bo çîe?
Dê havêjim gor babê jêxsîe".
Jêxsîa rabû, zû bezîa,
Sîre ji destê Xano hilgerî,
Du bezmara serê bizmara kapu percûm kerî,
Destê xanê Mukrîan kerî,
Go: "De here li meydane çu h'eceta li ma nageri".
Xan zivirî menzelê xo,
Go: "Kuro bistîn þîrê xo,
Pê xilaz bike serê xo".
Kuro þîri distînit,
Navê xudê vê tînit,
Carekê radihêjînit,
Eþq o dila dih'ebînit.
Go: "Rabin, rabin da biçinê,
Misirya t'er biken ji xunê,
Mirin çêtire ji vê jînê".
Rabin wexte û mecale,
Sor biken bendê di mert'ale,
Ma ji xudê fersend û tale.
Rabin ma wexte, wexte,
Sor blken bendê di va rexte,
Ma ji xudê fersend û bexte".
Avdel-beg ji kelê bi xwar k'etîe,
Ço ser kanîkek t'azîe,
Ave ji kanî vexarîe,
P'alê xo li berî danîe,
Dirbîna li ç'avê xo kerîe,
Alêt k'afira bi jimartîe,
Çil hêzara êk kêm nîe.
"Babo, alêt k'afira bljmare,
Êk kêm nîne çil hêzare.
Heçî alaê reþe,
Ew xudanê p'erêd geþe,
Wî li me girtî rek û k'aþe.
Heçî alayê zere,
Ew xudanê di van t'abere.
Wê li me girtî kelyêd bere.
Heçî alayê sore,
Ew xudanê h'ukmê zore,
We li me girtî dorme dore.
Heçî alayê spîe,
Ew xudanê di van misirîe,
Wê li me girtî ser kanîe.
Heçî alayê bî renge,
Ew xudanê nav û denge,
Wê li me girtî kêrîyê cenge.
Heçî alayê þîne,
Ew pisekî ji van behdîna,
Ew bi zorê înandîne,
Min qet minetek jê nîne
Babo, bes k'êþa ve domê,
Da bi þîr hajone vê k'omê.
Babo, bes kêþe vê zelîlîyê,
Da bi þîr bajon nazevîyê
Hanek naêt ji kirmancîyê.
Dê rabin rabin, dê bi k'ar kin,
Espê Xano bi t'îmar kin,
Lixavê zêrî bi ser kin,
Xo li ser bavê xo ixtyar kin".
Bi serî bikin lixême,
Hespê Xano bi xizême,
Ji hezare êkî kême,
"Ez xarzayê Xanano, av qeîd û zincîra dano,
Ma ez kêmî we hemyanim".
"Tu xarzayê van fîla,
Bizdîne qeîd û zincîra,
Zû were di hewarê Xanê mîra".
T'et'er-beg ji xora hejande,
Qeîd û zincîra bizdande,
Xo di sîvendêra firande.
Rabûn hella û heware,
Dê biqutln duhil û neqare,
T'emam bûne hezare,
Xanê Lebzêrîn serdare.
"Xanim, xane mîra,
Serê min sindanê tîra,
Sîngê min met'alê þîra".
Çê bû Xanê zêrîn deste,
K'ember li xîretê beste,
"De'wvek de kim û bi raste".
Hatin derêyê, kolay,
Go: "Em deçînê peyayî,
Ma hîvya serê xo nayî".
Hatin derêcê berîne,
Du þêra li êk nerîne,
Yek Qare, yek Kanûne.
"Xanîm, xanê Lebzêrînim,
Melavanê behrê Sînim,
Ez e'îbekê wê te bînim".
Ez Xan Avdelê Botanim,
"Ez gomanê te behranim,
Ez e'îbeta wê te zanim".
"Sube li ordîyê bela bin,
Bê alîk û nan û abin,
Di-gel sibêda li dengê mêr rabin";
Hatin derecê jêrî,
Xan wê di narêt weku þêrî, elîfe t'ance hinêrît.
Xelîfe bi fêle,
"Heî pîra sewo li dû dêla,
Te guê seî li simbêla,
Ez t'ancê te qebûl nakim,
Bo xatirê xudê û resûlê ez t'ancê te qebûÛ nakim,
Heþsid nae'lat el babê te dikim,
Kirmancîyê bê nav nakim".
"Xano, p'ir pisyar bê e'ybin,
Iþev hûn mêvanêd k'ê bin?"
"Em cindîkê Dimdimeîne,
Em dewdarê þîrê xoîne,
Me ji ber þahî þerm kirîne,
Em mêvanê xelîfeîne,
Em cindîye Dimdimeî reqasin,
Xudanê þîrê almasin,
Mêvanê þah Abasin".
"Xano, mêvan p'ir bê hesabin,
Iþev hûn dê mêvanêd kê bin?
Ser sera hatî û ç'evane,
Dê qancvake van ç'ekane,
De p'al bide belîfane".
Xano bi ç'ekva rûniþtî,
Xelîfe belîfa raxa dor û piþtî,
Dê wa ket Xano bikuþtî.
Xan sondu xwarî bi e'nware;
"Ç'eka da nanêm xware,
Heta bi dîwanê hêvare".
Xano di xîvetê fikirî,
Sîrê di kalanê vekirî,
Xo di kavlanê qet negêrî,
"Xeza b o wiste kafêrî".
An navê xudê înande,
Sîrî ji kavlanî kiþande,
Carekî rahtjande,
Serê xelîfe û mam û biraza firande.
Ordîyê bû gaze, gaze,
Piling ber bûne beraze,
Kuþtî xelîfe û mam û biraze
"Avdel-beg, babo rabe,
Xudanê ziryê bi kulabe,
Me wê dikuþtin bê h'esabe",
Avdel-beg þerê helbestî,
Sîr bi kavlan va hate destî.
Xan dibêtê kurê xo:
"Dê dahangêve p'erê xo,
Micid bike þerê xo,
Helal bike qet'le xo".
Ma þer çobû va nehêle,
T'et'er-beg li dû rehêle,
Zîn xalî kirin ji kihêle.
Xanû neî cwane û neî pîre,
Wê dikuþt dwazde wezîre,
Ecema dabû ber þîra.
"Cindya, hûn dibînin,
Tengê hespê xo biþidînin,
Xunê Avdel-beg bistînin.
Cindya, hûn difikirin,
Ç'ekê xezayê helgirin,
Qut bikin evna kafirin".
"Xana, herê xana,
Bes bikuj xire û xîzane,
Bikea þahî û esmîrxana".
"De bilezin, bilezînin,
Barût'ê li e'rdê bireþînin,
Esker têgda biqelînin,
Batinnê dêma birînin".

© kurdstory.com. Materials are allowed to copy and rewrite only with hyperlinked text to this website.