Ç'irok 1.

Mora Silêman-p'êxember

Teyrek hebû, aþiqê morê bû. Girek hebû, mor girêda bû, teyr dihat ser gir dadanî. Silêman-p'êxember çû gir anî ort'êda ker kîr. Teyr ser wî alî danî, ew alî jî carke din ker kir, ser wî alî danî, anî ew alî jî ker kir. Ha usa ker kir, ha usa ker kir, h'eta biç'ûk kir, veda mor derxist. Mor derxist, p'elewanekî Silêman-p'êxember hebû, Silêman-p'êxember h'ukmê morê anî t'exte çê kir kire stuyê wîda ser rûniþt, go: "Mi bigerîne!" Anî hat wextekî ew gerand, daxazî kir, berda Silêman-p'êxember. Mor k'ete destê Silêman-p'êxemberda, Silêman-p'êxember çi bada dikir, dinîya destê Silêman-p'êxemberda bû. Rojkê du dewrêþ hatne mala Silêman-p'êxember. Êvarê mêvan sekinîn, sibê rabûn, go: "Emê hern!" Xatrê xu Silêman-p'êxember xastin, Silêman-p'êxember girt herekî zêrek danî tarêlka wana, nanxarina wana, kirne cêba xuda, xatirê xu Silêman-p'êxember xastin lêdan çûn.
Dewrêþ gerîyan, lêdan çûn derk'etine mala Eynqer Qaf. Eynqer Qaf, ew jî êvarê anî her yekî dewrêþki meþtîk dayêda, Çi mêvanê dihatine mala wî, meþtîk p'ere didayêda. "Dewrêþ baba!" Go: "Lebê Eynqer!" Go: "Gelo kes mîna min heye dinêda, mêvanê xwe p'era ha bide?" - "Lê, - go, - ze'f heye!" - "K'ê?" - "Silêman-p'êxember, - go, - zêrkî dide mêvanê xu, rojê zêrkî dide", - "Dewrêþ baba!" Go: "Çiye?" Go: "Were em herne wêderê, mala Silêman-p'êxember, herke sozê we rast bû, hûn çi bixazine ezê bidime we. Sozê we derew derk'et, ezê we herda jî bikujim".
E'ynqer Qaf lêda herdu dewrêþ hildan hatne mala Silêman-p'êxember. Wê þevê mala Silêman-p'êxemberda man, êvarê Silêman-p'exember her yekî anî zêrek danî talêrka wan, danî ber. Sibê dewrêþ rabun, "Eynqer Qaf, - go, - çewane?" - "Erê welle, - go, - xebere teye". Gote dewrêþa, go: "Hûn lêxin herin, ezê vira bim", - ma ber destê Silêman-p'êxember. Wextekê xebitî, zanî Silêman-p'êxember diçe h'imamê, mor bal Silêman-p'êxembere. Rojkê çû ber derê h'imamê. Silêman-p'êxember çû h'imamê, k'incê xu xist danî ber derê h'imamê, mor derxist danî ser, kire cêba xu, danî ser. Eynqer Qaf mor derxist kire t'ilîya xuda lêda çû. Silêman-p'êxember h'imamê derk'et dîna xu da mor t'une. Eynqer Qaf t'une, go: "Bir", Silêman-p'êxember rabû revi, îdî berb mala xu ne çû, go: "Wê e'cêbkê serê min bike", - rabû revî, Eynqer Qaf çû mala wênî.
Silêman-p'êxember weki diçû ber derîyê xu, deryê wînî ort'a wî p'irtî qul bû, t'ilîya xu ha têra derdixist, Belqîzê t'ilîya wî miz dida, derî vedikir.
Eynqer Qaf çû ber dêrî, derî-k'uta. Belqîzê go: "Ew k'îye?" - "Ça, - go, - tu mi nas naki? Ez Silêmanim", - "Canim, - go, - tu ne Silêmanî, here", - Canim, - go, - derî veke". Erê, Belqîzê dîna xu dayê hey-lo gilî xirabin, Belqîz revî, bû teyr revî, p'encerêra xu havêt, carîya wê jî pey revî, gote carîyê, go: "Tu bisekne, go, ewî mora Silêman-p'êxember anîye, go, wê me bigre. Go, tu bisekine ezê herim bira te bigre. Bê, ez Belqîzim". Mor bada, derî vekîr, carî girt, "Belqîzî?" Go: "Erê!" Belqîz revî çû.
Silêman-p'êxember revî dinê k'et. Ze'f çû, hindik çû, çû devê be'rekê dîna xu dayê merîk t'orçîye, me'sîya digre, "Roja te xêr, bavê kal!" Go: "Ser ç'e'vê mi hatî". Wêderê bal sekinî. "Qurba, - go, - tê k'uda herî?" Go: ,,Ezê herim gundê han", - "De, - go, - rûnî, êvarê emê t'ev herin. Go, evê t'orê ser risqê te bavêjim".
Tor havêtê, dêna xu danê me'sî t'ijî bûn, derxistin, "Qurban, - go, - tu îþev mêvanê minî, go, risqê te xudê daye, mi sivêda havêtê, yek dik'etê, h'eta deh h'eva k'etê". Bir çû mala xu. Navê t'orçî jî Silêmane, qîzeke wî heye, kur-murê wî t'une, qîzeke wîye. Bir çû mala xu, gote qîza xu, go: "Eva merva hatîye ba min, min t'or havîtîye ser risqê wî, go, haqa me'sî k'etnê. Go, mera me'sîya p'ak çê ke, bîne em bixun". Me'sî anî hatin xarin, "Qurba, - go, - navê te çiye?" Go: "Navê min Siloye". - "Silo, - go, - tu yê k'îderêyî, jina te, zarê te, dê-bavê te". Go: "Keskî mi t'ine, ne jina min heye, ne zarê min heye, keskî mi t'ineye, hema usa serê xume. Ez hê ne zewicîme, serê xume". - "Silo!" Go: "Çiye?" Go: "Eva qîza mine, wekî tu werî bigîjî min ezê qîza xu bidime te, hema ba mi be", - "Ê, - go, - bira be. Bavê extîyar, wekî tu h'iz dikî bira be". Silo ma ba wî. Silêman-p'êxember ma ba wî, qîza xu daêda, ma wêderê.
Silêman-p'êxêmbêr miþkê'ki xay dikir, p'iþîkeke wî hebû, t'ûlekî wî hebû, xay dikirin. Çaxê Silêman-p'êxember revî çu, ew hersêk jî çûn. Go: "Canim, go, Silêman haqa em xay kirin me qe qencî wî ne kir". Çûnderk'e-tine ba Silêman. Silêman-p'êxember hûr-mûrê nên didaêda, me'sî didanê xay dikir. Rojkê p'iþîkê gote t'ûle, gote miþk, go: "Em herin, belkî mora wî k'a dikarin bînin?" Gotne t'ûle, go: "Be're em nav avêda dikarin herin?" T'ûle go: ,,Ezê we bivim herim, Go, hûn herdu werine ser piþta min, go, ezê we bivin herim". Miþk û p'iþîk rabûne ser piþta t'ûle, t'ûle k'ete nav be'rê. Erê...
Çaxê Eynqerî Qaf usa mor hilda mor bada, go, "Mi bivin daynine ort'a h'evt be'ra, xan-manekî mira çê ke adêda". Eynqerî Qaf danîne ort'a be'rêda, Miþk, p'iþîk, t'ûle çûn derk'etine wêderê. Çûn derk'etine wêderê, dêna xu danêda Eynqerî Qaf wêdereye, morê dike devê xuda radizê. P'iþîkê, t'ûle gotin, go: "Em çawa bikin?" Gotine miþk, go: "Boçka xu, go, arîkê bana xe dûynmûyn bigre, wekî ew radizê têxe bêwla wî, ewê bihênije morê dêv derk'eve, emê bireyînin bivin. Miþk boça xu h'erî-merîyê, xulîyê da, ew raza, kire bêwla wî ew bihênijî mor dêv pekîya, p'iþîkê hilda banzda. Banzda p'iþîk, miþk, t'ûle, revandin. Revandin hatine devê be're, t'ûle go: "K'a bidine min ez tême devê xu, ez bivim herime Silêman". P'îþîkê gotê, go: "H'eyran, tê herî nava be'rê, me'sîne, me'rin, h'ezar te'ba be'rêda heye, go, wê xwe lingê te xin, tê bikî e'wtînî wê devê te bik'eve. Ê, k'ete be'rê em îdî nikarin bivînin,em herin derk'evne devê be'rê, em bidine te tu bive here bidêda. Ser piþta wî sîyar bun hatin. Êp'êce nezîk bûn, qedera vêrstkî, duda ma derk'evin, go: "K'a bide min!" Go: "H'eyran, me derxe derva, em bidine te", - "Na, - go, - ezê xwe ha xar kim, ezê we bavême be'rêda. Bide min!" - "Kuro, - go - qurban, me derxe devê be'rê em bidine te h'eyran". Go: "Na!" - "De, - go, - devê xu hevraz ke, veke". Devê xu hevraz kir, mor kirne devê wî, go: "Deve xu qayîm bigre, devê xu veneke!" Nêzkaya reþayê kirin, me'sîkî xu lingê wi da.
Me'sîkî xu lingê wî da, bû e'wtîna wî mor dêv derket, mor k'ete nava be'rê. Me'sîyê þewqa morê, binayê rojêda gihîþtêda, hilda dabeland. Me'sî mor hilda dabeland. T'ûle go: "Lê, mor çû". P'iþîkê go: "Xudê malka te k'ambax ke, îdî em dikarin be'rê derxin?" Þewqa morê daye, me'sîkê din jî ew dabeland, h'evt h'eva ev dabeland.
Sivê t'orçî t'or havêtê, ew me'sî k'ete torê wini. Ew me'sî k'ete t'orê wînî, Silêman-p'êxember dina xu dayê: t'ûlê wî, p'iþîka wî, miþkê wî hatin. Bûne av, belengaz hatine bal. Lêdan hatine mal, lêdan t'ora xu, me'sîyê xu hildan hatne mal. Siloê t'orçî gote qîza xu, go: "Evî me'sî mera bive bipêje, go, ev me'sî t'enê k'etîye tora meda".
Qîza wî me'sî bir çû qeland, dêna xu dayê me'sîkê dinê zikê wî derk'et. Ew jî qelaþt, h'evt h'ev qelaþtin, ya h'eviê qelaþt, dîna xu dayê mor zikê wî derk'et. Mor p'êrlemîþ dibe weke rojê. Hilda kire cêba xuda, me'sî çê kirin, anî hatin xarin, êvarê çûn razan. Go: "Silo!" Go "Çiye?" Go: "Berê xu îþev bide min, tiþtkî min heye, ezê bidime te". Silêman-p'êxember go: ,,Canim, tu ji min vegere". Þeva e'wil çûye bal, îdî piþta xu dide radizê. Go: "Silo, tu berê xu bide min, tiþtkî p'ak heye, ezê bidime te". Erê.. Ha pêda k'et, ha pêda k'et, Silêman zivirî berê xu dayeda, mor derxist. Wekî nîþanî Silêman-p'êxember kir Silêman-p'êxember bû qajîna wî hilbirî e'rdê k'et. Mor hilda kire cêba xu. Dest havîte stuyê qîzikê, çû serê qîzikê, "Qîzê, te ev k'u anî?" Go: "Zikê me'sî derk'et". Aha... Silêman-p'êxember zani t'ûlê wî anîye havîtye.
Silêman-p'êxember mor bada çû xan-manê xuda sekinî. Mîlak'et ber sekinîn: "Silêman-p'êxember, - go, - em dinê xirab bikin yan ava kin?" Go: "Na, dinê ne xirab bikin, ne ava kin, dinîya xaþe em têda. Go, mi we divê Eynqer Qaf û xan-manê wî rakin bînine vira". Rakirin anîn danîne wêderê, Eynqer Qaf anî hatin, go: "Mi tu anî ber destê xu haqa xay kirî, te çima ev e'cêb serê min kir?" Xizarçî anî hat, Eynqer Qaf da xîzere, xîzar kir, þand Belqîzar anî hat, - Belqîzar qîza Sixrî-cin bû, - carî jî anî xay kir, gote carîyê: "Belqî-zarê, gotê, wekî te namûsa xu da þûna namûsa min, go, emê te xay kin". Silêman ew jî stand. Silêman gote Belqîzê, go: ,,Belqîz!" Go: "Çiye?" Go: "Ez çûme ba yekî t'orçî, go, haqa sal ez xay kirime, qîza xu daye min, qîza wî ev mor daye min, tu h'iz bikî ezê herim bînim". Go: "Silêman, go, wekî ew qencî tera kirîye, go, ez ser serê xu h'iz dikim".
Silêman-p'êxember þand qîza Siloê t'orçî jî anî, Silo jî anî xay kir.

© kurdstory.com. Materials are allowed to copy and rewrite only with hyperlinked text to this website.