Ç'irok 7.

Balûlî Zane û jina xelîfe

Wextkê xelîfe jina xwe çûne devê be'rê, dîna xwe danê Balûl wêderêye, Jina xelîfe go: "Ez herme ba Balûl". - "Were, - go, - canim, jinik, go, Balûli dîn vegeîe", - "Welle, - go, - ezê herme ba Balûl".
Çû dîna xwe dayê Balûl k'olik çêkirine, xwera kevir danîne k'olik çêkirine. "Sivelxêra te Babul!" - "Wey, - go, - ser ç'e'vê min hatî jinbira, jina xelîfe", -"Balûl, - go, - ew çi k'olikin?" Go: "Ez difroþini". Go: "Yekê bide min". - "Erê, - go, - ezê yekê bidime te. Eva k'olka, go, p'êþk'êþî te". Jinikê lêda cû. Çû, xelîfe go: "Te çi kir?" Go: "Ez çume ba Balûl k'olikkê daye min", - "Pey, - go, - xwedê malka te xirab neke, Balûlê dîn, diçî ba Balûl?"
Êvarê hatin razan, xelîfe dîna xwe dayê jina wî qesreke cinetêdane, bilinde, xelîfe e'rdêye, dike-nake rê t'une têda here. Þev rabû jina xwera go: "Jinik!" Go: "Çiye?" Go: "H'al-h'ewal haye. Go, k'olka Balûl bîye qesrek û têda bûyî, go, mi kir-nekir rê t'unebû ez têda bihatarna".
Sibê rabû çû ba Balûl. Çû dîna xwe dayê Balûl devê be'rêye. "Sivelxêra te Balûl". Go: "Ser ç'e've mi hatî xelîfe", - "Balûl, - go, - k'olikkê bide mi jî". Go: "Tu mi divînî, paþê bîra xwe tînî? Go, elewata xwedê kim, nadme te, p'ara te tê t'uneye".

© kurdstory.com. Materials are allowed to copy and rewrite only with hyperlinked text to this website.