Ç'irok 8.

Balûlî Zane û xelîfê Bexdayê

Wextkê qîza xelîfeyê Bexdayê hebû. Xelîfe Balûl birê hev bûn. H'eft bira bûn. Kurê Qazî Siro bûn.
Qîza xelîfe dil xortkî hebû. Dilê xort jî têda hebû. Ze'f h'ij hev dikirin. Xort çû ba çend merivê dewletî go: "Herin, go, qîza xelîfe dil mida heye, mira bixazin". Çûne ba xelîfe, xelîfe go: "Ez qîza xwe nadim!" Ê, xelîfê Bexdayêye, k'ê dikare zorê lê bike. Go: "Canim, go, qîza te ew xort h'iz ji hev dikin. Qîza xwe bidêde, gunene". Go: "E nadim!" Hatin gotne xort, go: "Nade. Go, me ze'f ît'maz lê kirîye, me daxazî le kirîye, me kirîye-nekirîye, dive: "E nadim!"
Gede ma, çend meriv þandin, go: "Em nadin!" Xelîfe rojkê ot'axa xweda rûniþtibû, dayira wînî, cime'ta wî rûniþtibûn, go: "Payîze, h'iþkîye, sare, go, k'ê xwe rût ke h'eyata mida bisene h'eta sivê ezê qîza xwe bidimê". Ew xort rabû ser p'îya sekinî, go: "Ez!" Go: "Cime't, go, bila xwe rût ke h'eyatêda bisene, heke mirîye, çûye k'îsê xwe, nemirye, go, sivê ezê qiza xwe bidim". Cime't go: "Canim, guneye, wê h'iþk be, av diqerime, we bimire". Xort xwe rût kir, k'ince wî anîne danîne hundur, derî dadan, ma h'eyatê h'eta sibê.
Sibê rabû, "Kuro, - go, - herin k'anê mirîye yan saxe?" Çûn anî hatin k'incê wî lê kirin, "Kuro, - go, - te ça t'ap kir, te çi kir?" Go: "Agirek sîngê Elegezê diþxulî, mi hema dêna xwe dayê h'eta sivê". - "P'h'e, - go, - nadim. Go, te xwe ber êgir germ kirîye". Cime'tê go: "Xelîfe, ort'a Elegezê meriv ber êgir rûdinî, germ nabe. Ort'a Eleggzê vira h'etanî pêncî vêrstî heye". Go: "Êz nadim!" Ê, k'ê dikare zorê xelîfe bike? Kirnekir, neda. Xort rabû çû ba Balû.Çû ba Balûlî Zane, "Balûl, - go, - h'al-h'ikyatê min xelîfe haye. Go, qîza wî dil mida heye, mi jî dil qîza wîda heye, go, mi meriv þandine, gotîye: "E nadim", mi çend car þandin merivê dewletî, hurmetlî mi þandin go: "E nadim". Gote min, rojkê go: "K'ê xwe rûtke, h'eyata mida bisekine, go, ezê qîza xwe bidimê". Mi rabû xwe rût kir, h'eyata wîda ez sekinîm, h'etakî sivê. Sivê k'inc-minckê min anîn dane min, go: "Te çi kir? Tu ça sekinîyî?" Mi go: "Agirek Elegezê diþxulî, mi hema dêna xwe da wî agirî h'eta sive bû". Go, "Te xwe ber êgir germ kirîye, ez nadim!" - "De, - go, - tu rûnî". Rabû pezke xwe þerjê kir, hûr kir kire beroþkê û k'ulekêva darda kir, tendûra xwe dada û çû dîwana xelîfe. Dîwana xelîfeda dayîra wîne rûniþtîye, "Sibelxêra we!" Cime't t'imam rabû. Derpê Balûl çend cara dîtine, Xelîfe carkê-duda havîtîye çûye. "K'erem ke Balûl, k'erem ke". - "Na, - go, - xelîfe, ez rûnanêm, go, tu dayîra xweva k'erem ke, hûn mêvanê minin". - "Balûl, - go, - t'eyb'îra te hazir b'îye?" - "Erê, - go, - nanê min hazire, k'erem kin".
Rakirin bir çû rûniþtin. Sibe zûye, tiþt nexarine. Te'þtê derbaz bû û tiþt t'uneye. Ha Balûl tê ot'axê, agir tendûrê dadayî goþt jî ser k'ulekêye, k'ulekêva darda kirîye beroþ. "Balûl, zû ke, - xelîfe gotê, - Balûl zû ke". - "Ahan, - go, - bisene, qaskî bisene, hazire". Ha: "Hazire", ha: "Hazire, bû nîvro. Seh'et bû donzde, xelîfe gotê: "Kuro, go, du-sê hev herin, k'anê dar t'unene, sergîn t'unene, bînin bidine bin, hema germ kin bînin werne, qe em naxwin. Hema germ kin, bînin em rabin".
Yek çu dîna xwe dayê beroþ k'ulekêva darda kiriye, tendûr dadaye. Hat zivirî, go: "Xelîfe, mehekê jî bisenî nak'ele. H'al-h'ewal haye". Balûl hate odê. ,,Balûl, - go, - xwedê mala te xirav neke, go, em birçîya qir bûn, te goþt darda kirîye wê çawabe?" Go: "Xwedê te çewa xwedêye, go, meriv, agir Elegezê biþxule, h'eyata teda xwe germ ke? Go, tu çewa merivî? Go, k'îjan vira rave ezê e'cêbkê sêrî bikim, hêtakê ew goþt nek'ele, naxwe. Qîza xwê tê bidî wî gedeyî yan goþt nak'ele". - "Erê, - go, - Balûl, ezê bidmêda", - "De, - go, - melle, nik'ah'a wî bibre". Melle nik'ah'a wî birî, qîza wî lê stand, goþt danî ser tendûrê k'elîya, xarin, lêdan çûn.

© kurdstory.com. Materials are allowed to copy and rewrite only with hyperlinked text to this website.