Ç'irok 5.

Mûsa-p'êxember û dewletî

Mûsa rojkê çû dîna xu dayê dewletîkî devê mesîleki danîye, dewletîkî girane, mala wînî, k'oça w'înî. "Dewletî, - go, - wê baharê te hatîye, devê wê mesîlê danîye, go, barane, e'wre, e'zmane, þilîye, lêyîye, te cîkî ça danîye?" - "Na, - go, - Mûsa, vê mehê þilî t'uneye". Mûsa go: "Canim, ez k'ilimçîyê Rebbê E'zetê, ez nizanim, go çawa ew dizanêda". Go: "Mûsa, go, wê mehê þilî t'uneye".
Mûsa rabû çû k'ilîm veda, go: "Ya Rebil E'zetê, h'al-h'ewalê mi dewletîk eve: "Erê, - go, - Mûsa, vê mehê þîlî t'uneye". Ît'maz kir, go: "Ya Rebil E'zetê, go, tu þilîke usa bidî, lêyîyî rabe". Deyn e'wra kir, þilî rabû, lêyî rabû da bin k'el-melê dewletî nivê ze'f bir çû. Ma du roja Mûsa çû dêna xu dayê p'ûrt-mûrtê xu avêtiye ber tavê. "Dewletî, - go, - ne te digo þilî t'uneye?" Go: "Xudê mala merîvê qomsî xirav ke".

© kurdstory.com. Materials are allowed to copy and rewrite only with hyperlinked text to this website.