Ç'irok 4.

Sûda Silêman-p'êxember

Dawid-p'êxember bavê Silêman bû, çil jinê wî hebûn. Rojekê yek nava þeherê wîda bû, navê wî Qeyîb bû. Kurê wî esker kir çû p'adþakî mayînra bike þer. Qeyîb sereskerîye wî bû, dêna xu dayê k'ulfetkê wêda hat, meriv nikare du ç'e'va lê binhêre. Gote merivê xu, go: "Kuro, ev k'ulfet, k'ulfeta han vî þeherîda ev ya k'êye?" Go: "Ya Qeyîbe, k'ulfeta Qeyîbe". - "Canim, -go, - k'ulfet jî haqa bedew dive?" Meriv þandine bal, go: "Ez dixazim ort'a min û wê p'ak be". Jinikê go: "Na, mêrê min ne male, mêrê min nava eskerdane". Go: "Ezê biþînim mêrê te bira bê". Þand, k'axaz þande kure xura, go: "Destûra Qayîb bidin bira Qeyîb çend roja bê mal".
Destûra Qeyîb dan, Qeyîb hate mal. Qeyîb êvarê hat ba Dawid, "Han Dawid, te çima þandîye pey min?" - "Qeyîb, zanî mi seva çi þande pey te? Go, tu merivekî qoçaxi, eskerê te çiqa diçe, þere te pêþda diçe, min ji bona wêderê tu anî, çend roja malda rih'et bî dîsa herî nav eskerê xu". Erê... Êvarê lêda çû mala xu, jina wî cî danî, Qeyîb þûrê xu rût kir danî ort'a xu û jinikê. "Qeyîb, - go, - eva çiye?" - "Jinik, - got - eskerê min þerda ber xûnêye, rojê çil mêrî tene kuþtinê nava xûnêda, go, ez vira bikim k'êf, h'eneka? Go, nave, go, xudê qebûl nake. Go, min þer k'uta kir ez hatme mal, dîsa tu jina minî". Du roja, sê roja ma, gazî Qeyîb kir, go: "Here!". Çû. Qeyîb çû. Gazî jina wî kir. Jinik go: "H'al-h'ewalê min Qeyîb ha bîye, qet mida ne hatîye, qet carkê". K'axaz nivîsî kurê xura þand: "Qeyîb, go, wêderêye, k'uta bikî. Qeyib bikujî". K'axaz gihîþte destê kurê wî, kurê wî dîna xu dayê, "Canim, go, Qayîb merivkî haqa qoçax, eskerê wî haqa pêþda diçe, ev çima?.." Ê, Dawid þandîye, dikare... Lêdan Qeyîb kuþtin, k'axaz nivîsî þande mala wînî: "Erê, Qeyîb hate kuþtin". Jina wînî zane çi formêye... Belê... Jina Qeyîb xura anî. Jina Qeyîb xura ani hat, êvarê çû raza, jinik ne k'ete nav cîya, "Jinik çima nayêyî? Go: "Heke tu soz bidî min Dawid, zarke min te hebû tê meznaya xu paþî xu bidî wê kurê min, ezê warim razêm, tu nedî, - p'irtî-p'irtîkî jî nayême ba teda". Go: ,,Qirar be, heke kur ji te hebû, ez meznaya xu didime kurê te".
Silêman je p'eyda bû. Rebil E'zet'ê dey li Cibrahîl kir, go: "Herin, go, Dawid çil jinê wî hebûn, go, qîma wî çil jina, Dawid seva jinekê lêda Qayîb kuþt, herin dîwana Dawîd bikin". Anî hatin e'rd vedan, h'etakî vira Dawid kirne têda, xalî dane ser. Xalî dane ser, Dawid k'ete h'alekî xirabda, bêfeyde bû îdî. Dawid îdî derxistin, bêfeyde bîye. Dawid kirne nava cîyada, yê mirineyê, Cime'tê dîna xu dayê îdî Dawid nikare cime'te xeverde, kurê wî mezin anîn hatiîn þûrê Dawid avitne stuyê wî, go: "Meznaya me gerekê tu bikî, Dawid îdî ort'ê çûye". Jina Dawid çû k'êlekê girîya. "Jinê, - go, - çima digrî?" Go: "Te ew rûreþî rûyê mida anî hat, te mêrê min da kuþtin, te go, kurek tera hebe ezê meznayê paþî xwe bidime wî. Go, niha mezinayî dane kurê teyî mezin". Go: "Gazî cime'tê kin!" Gazî cime'tê kir anî hat. Go: "K'ê we gotîye þûre min bavêjne stuyê wî?" Go: "Dawid, tu îdî bêfeydeyî, tu nikarî cime'tê yole bivî herî, lema jî me usa kir". Go: "Bavêjne stuyê Silo!" Avîtine stuyê Silêman, wî çaxî digotine Silo, Silêman-p'êxember hela mor nek'etibû deste wîda, "Silêrnan, - go, - heke te Ulîs camî çê kir k'ilêma Rebil E'zetê têda nivîsî, go, xudê mirazê te bike".
Dawid mir, birin çûn ç'e'l kirin. Silo rabû Ulîs çamî ça çê kirin ... k'uta kir, gazî cime'tê kir: "Werin, go, - me herin, min camî daye çê kirin". Cime't k'ete camîyê, dengekî usa k'ete nava camîyê, camî çû hat, cime't t'emam revî lê derk'et, Silo xeriqî ma têda, Silo xeriqî ma têda, mêr gihîþtnêda, "Silo - go, - rabe, xudê, go, mirazê te kirîye, tu gihîþtî mirazê xu, go, rabe". Silo rabû, îjarê gilîyê çawa dike, ancax ewî gilî dike anra ber Rebil E'zetê biqete.
Du jin malkêda hebûn, herdu ji h'emle bûn, herdu jî þevkê zar bûn, yê herda jî kur. Rabûn p'êç'an, kirne landka xweda. Cime't raza. Yek rabû dêna xu dayê zara landikêda fetisîye. Anî ew zara xu bir çû kire landika jina dinêda, ya jina dinê anî kire landika xu. Sive ron bû, ew jinik rabû dîna xu dayê: "Eva ne kurê mine, eva p'înê wêne, p'êç'eka wê. P'înê min, bênzera min, fertûka min. Go, eva kurê min nîne, kurê wêye". Kir-nekir ser jinikê nexistin. Gazî cînara kirin, gazî merivê mezin kirin, kir-nekirin ser jinike nexistin. Lêda jinik çû ba Silêman-p'êxember". Çû ba Silêman-p'êxember, go, "Silêman-p'êxember, hal-h'ewalê min, go, jint'îya min eve. Go, em herd þevkê zar bune, zara wê mirîye anîye kirîye landika mida, zara mi jî birîye kirîye landika xweda". - "Jinik, - got, - tu ça nas dikî?" Go: ,,Silêman-p'êxember, go, mi þalika xu têda p'êç'aye, min p'înê xu têda p'êç'aye, ez p'înê xu nas dikim, eva jî p'înê wêne. Mala min p'îne h'emî nas dike, dikin-nakin ser naxin, em pê nikarin". - "Kuro, - go, - herin gazî kinê, go, herin wê zarê jî hildin, bînin werin".
Zar jî hildan anî hatin, herdu jinik jî anî hatin, cime't t'imam hat. "Jinik, - go, - te zara ewî mêriki çima te anîye kirîye landika xu?" - "Na, - go, zara mine Silêman-p'êxember". Jinikê go: "H'eyran, go, eva þalka mine, h'emî jî zanin þalka mine, eva p'înê mine". - "Na!" Kirin-nekirin ser jinikê ne hat. Silêman-p'êxember dest avîte lingê zarê bilind kir, sûr k'iþand, go: "Ezê ort'êxim, ortêda tême du qeta, qetkî bidime te yekî bidime wê". Ew jinika zarê wê dizî, go: "Têke du qeta". Ya dîya wê go: "Nekuje, go, boy xuedê be, bide wê bira wêra be". Go: "Muslik, zar ya wêye, go, te zara wê çima anîye hatîye?" Cime't t'imam go: "Silêman-p'êxember, go, h'elal be ew dîwan, ku ber xaliqê e'lamê te qedandin". Zar girtin dane jinikê.

© kurdstory.com. Materials are allowed to copy and rewrite only with hyperlinked text to this website.