Ç'irok 3.

Silêman-p'êxember û gavan

Silêman-p'êxember xan-manekî ça xwera çê kirîye... De mor destê Silêman-p'êxemberdane, dinîya t'emam destê wîdane. Çiqa p'adþa hebûn gazî kirê, go: "Werin, bahayê xan-manê min, go, k'a çiqase?" Yekê go: "Mîlîoneke", yekê go: "Deh h'ezare", yekê go: "Bîst h'ezare". Silêman-p'êxember qebûl nekur, go: "K'ê maye?!" Go: "Du p'adþa mane". - ,,Kuro, - go, - herin gazî wan jî kin". Hatin gazî wan kirin. Yek kurê gavên bû, bavê wî qerewilê þevê bû, kurê qerewilê þevê garan ser golê dabû mexel, devê rê. Dêna xu dayê du p'adþa hatin, "Aha, - go, ewê herine ba Silêman-p'êxember bahayê xan-manê wî k'ivþ kin". Hatine bal gavan, "Gavan, - go, - berek'et be dewarê te!" Go: "Ser ç'e'vê min hatî p'adþa". - "Kuro, tu çawa zanî ez p'adþame? Erê lê, - go, - p'adþame", - "Silêman-p'êxember sandîye pey we, hûn bihayê xan-manê wî gotî k'ivþ kin. Ê, go, k'î hatîye bihayê xan-manê wî rast nabêjin, lema qebûl nake. Go, hûnê bahayê xan-manê wî çiqasî bejin?" Go: "Em çiqasî bêjin?" Go: "Zanî hûnê çiqasî bêjin? Go, panzdê vê meha nîsanê, wekî baran ser cime'te i'mûmîya dinê dibare, xêr û berek'et dik'eve nava cime'te, go, bihayê xan-manê Silêman-p'êxember haqase!" Yekî go: "Welle, ezê gilîyê gavên bêjim". Çûn. Lê pirsîn, yekê go nizanim çiqasî, yekî go çiqasî, qebûl nekir. Gote wî, go: "De îja tu bêje!" Go: "Silêman-p'êxember, zanî bihayê qesra te çiqase?" Go: "Çiqase?" Go: "Panzdê meha nîsanê, wekî baran ser i'mûmîya dinêda dibare xêr û berek'et dik'eve dinê, bahaye xanmanê te, go, haqase!" - "Welle, - go, - raste! K'ê tera got?" Go: "Ez hatime ser golê, go, gavanek wêderê bû, go, gavên mira got". - ,,Were, - go, - em herine ba gavên".
Sîyar bûn çûne ba gavên. Dêna xu danê dewar wê mexele. Mangek avisek gihan kirîye, hema roj bi rojane ew bîze. Silêman-p'êxember go: "Ew manga hanê avise, go, gedeka wênê, e'nîya wênê spîye". Gavan gotê, go: "Na, go, Silêman-p'exember, go, e'nîya wê ne spîye, lê, go, serê dêla wê spîye ber e'nîya wêye". - "Kuro, - go, - ça, ez nizanim tu zanî? Go, ew manga ya k'êye?" Go: "Ya Celîle". Gazî kirnê, go: "Bihayê manga te çiqase?" Go: "Haqase". Dayê, Þerje kirin, dêna xu danê xeberê gavêne. "Kuro, - go, - gavan çawa tu ji mi ze'ftir dizanî". Go: "Silêman-p'êxember, go, wextê bavê min çû, ez ji dîya xu bûm berên lingê xu sturîyê xu da, go, ya mi bû h'iþk. Go, wexta tu ji dîya xu bûyî berên lingê xu dûvê xu da. Go, ya te xudê daye te".

© kurdstory.com. Materials are allowed to copy and rewrite only with hyperlinked text to this website.