Ç'irok 28.

Tu rind zanî axlêve çiye, hema te axlêve ne dîtye

Rojekê devê biharê dewletîk dive mêvanê dewletîkî. Malxuê malê dewletîra û sîyarê wîra hurmetê dike, lê ne hurmeteke giran. Wexta mêvan rê dik'evin malxuê divêje: "Filankes, tuê bibaxþînî, wekî min tera hurmeteke usa nekir çewa lazime. De tu zanî axlêveye". Dewletyê mêvan dizvire û divêje: "Pismam, min fe'm nekir tu çi divêjî, axlêve çiye?" Malxuê divê: "Pey, tu nizanî axlêve çiye?" "Na welleh, nizanim, bêje bizanbim". Malxuê divê: "P'ak, ezê van roja bême mala te û wira ezê tera bêjim".
Wextek derbaz dibe, dewletî bi xulam xizmetk'arê xweva diçe mala dewletyê dinê mêvan. Ew dewletyê te çewa lazime mêvanê xwe qebûl dike, çend peza þerjê dike, k'êf, þayî dikin û wexta rêk'etinê malxuê malê divêje: "Pismam, te wî çaxî gote min tuê bêjî axlêve çiye, ez hîvî dikim bêjî ew çiye?" Mêvan difikire û divêje: "Pismam, tu rind zanî axlêve çiye, hema te axlêve nedîtye".

© kurdstory.com. Materials are allowed to copy and rewrite only with hyperlinked text to this website.