Ç'irok 29.

Wek p'erçemûk xwe pêþda ruquç'and

Dibêjin sult'an Sulêman p'êxember zimanê ç'ûk û ç'ivîka giþa zanibû.
Carekê jina wî xwest wekî bona wê sult'an Silêman p'êxember doþek û nivîna ji p'erên teyr û tûyan çêke. Sult'an Sulêman e'mir da h'emû teyr-tu ç'ûk û ç'ivîkan, wekî bicivin bên p'erên xwe bidin. P'erçemûkê her bihîst, xwe pêþ da û berî giþa raquç'and. Lê gava civyan bihîstin, wekî sult'an Sulêman mir û diha p'erên teyr û tuyan bo doþek û nivîna jina wî lazim nîye.
Ji ber wê p'erçemûk bê p'er ma û leþe wê tazîye.

© kurdstory.com. Materials are allowed to copy and rewrite only with hyperlinked text to this website.