Ç'irok 15.

K'î zane - zane, k'î nizane - baqê nîskane

Merivekî gundîk kuþtibû û difevya. Gundî dabûne pey merivkuj ku bigrin. Ewî dî rêda çend gandîê din berb wî tên. Tirsya ku wî bigrin, xwe zûzûka avîte zevya nîskaye devê rê, baqek nîsk çinî û revî. Merivê ku dabûne pey wî gazî kirin, ku ewî bigrin. Ewêd ku ji pêþber dihatin mêrik girtin, pirsîn, çima usa pey wî k'etine. Mêrik got: "Ez rêda dihatim, min ji zevîya wan baqek nîsk çinî, naka dixazin min bigrin, bikujin". Rêwî ew berdan û yêd ku dabûn dû girtin, gotin: "Þerme, þerm, seva baqe nîsk hûnê mêrik bikujin, çiye?" Gundî ew yeka ku bihîstin e'cêv man, gotin: "K'î zane - zane, k'î nizane baqê nîskane".

© kurdstory.com. Materials are allowed to copy and rewrite only with hyperlinked text to this website.