Ç'irok 16.

K'ê ji malêye h'alê malê zane

Rokê merîk tê malekê mêvan. Malxuê malê malda nabe. Malda tiþtê xarinê nabe. Nîvro mêvan radibe diçe. Evarê malxuê malê tê, jin divê: "Mêvanek hatibû mala me". Mêr dipirse: "Lê te tiþtek jêra hurmet kir, te'þtê da ber?" Jiûik divê: "Welle, mêrik malda tiþt t'unebû mi bida ber". Mêr divê: "Welle, wê here navê meê dinyaê xe". Radibe hespê xwe sîyar dibe, pey mêrik dik'eve, ku bigre bikaje.
Tê nîvê rê rastî mêvîn tê, silavê didê, divê: "Çewanî?" Ewî mêvanî fe'mdar bûye, desxweda nêta malxnê malê fe'm dike û divê: "K'ê ji malêye h'alê malê zane". Mêrik divê: "Wekî usane de here, þîrê te te h'elal be".



© kurdstory.com. Materials are allowed to copy and rewrite only with hyperlinked text to this website.