Ç'irok 2.
Silêman-p'êxember û bûm
Silêman-p'êxember xura xan-manek da çêkirin, xan-mankî çawa ... Belqîz jina Silêman-p'êxember bû, gote Silêman-p'êxember, go: "Vî xan-manîda ez nikarim razêm". Go, çiqa teyrede hebû, teyr t'emam bin destê Silêman-p'êxemberda bûn, go: "P'erê teyra mira xan-mankî çe ke". Silêman-p'êxember dey li teyreda kir, go: "Werin! Teyrede t'emam hatin, ç'ûkek hat, - em divên ç'emç'emok, - ew hema p'ûrta xu þiqitand, go: "Ç'êjkê mi mane, ezê herme ser ç'êjkê xu". Ew lêdan çûn. Teyreda lêdan hatin, go: "K'ê maye?"
Go: "Kund maye", - "Kuro, - go, - herin kund bînin". Teyrik þand, kund ne hat. Teyrê be'zî þand, go: "Here kund bîne". Teyrê be'zî hat, got: "Kund, xudê mala te xirav ke, Silêman-p'êxemberê k'a wê çi e'cebkê serê te bike, wê te bikuje, tu çima naêyî?" Rabû lêda hat. Silêman-p'êxember go: "Hela dêna xu bide serê wî", - "Ê, - go, - serê mêrane". Go: "Tu çima nedihatî?" Go: "Silêman-p'êxember, h'esabkî mi hebû, mi h'esab dikir". Go: "Çi h'esab?" Go: "Mi hesabê mirin jînê dikir". Go: "Mirî ze'fin yan zêndî?" Go: "Mirî ze'fin", - "Na, - go, - tu derewa dikî, zêndî, go, ze'fin". Go: ,,Silêman-p'êxember, mi sê h'evê sax ser mirîya h'esav kir. Yek berxê ber bizinê, - þîrê bizinê bixwe, çiqa mezin be wê axirîyê gêj be, ew yê minnêye, yek jî, go, miþkê terezinê. Go, avê baharê rabe, go, ewê h'iþk be, yek jî, go, mêrê xebera jinê. Go, te ev teyr-teyrede berev kirine, tu p'ûrta wan lê veki, sibê tave, teyroke t'emam wê bimire, dinîya teyrede nebe, go, miþk û me'rê dinê xirav kin. Go, tu xeberê Belqîzê dikî, van teyr-teyreda civandîye, tu p'ûrta wan lê vekî, go, h'emû jî wê bimirin?" Silêman-p'exember destûra teyreda da, sê ç'ûk kundra nivîsîn, go: "Rojê sê ç'ûk p'ara tene".