Ç'irok 24.
Rûvîyê þereze herd linga dik'eve t'elekê
Du rûvî hevalê hev bûn. Yek xayê çil fena bû, yê dinê xayê fenekî. Ewana rokê çûn rastî t'erlekî hatin, navda goþt hebû Xweyê fenekê gotê: "Kuro, tu divêjî çil fenê min hene, were tu bik'eve t'eriê, em goþt bixwin, wekî xweyê t'eriê te girt hemî çil fenê teye, çawa be tuê xwe xilaskî, lê ya min feneke, ez nikarim xwe xilaskim".
Rûvîyê xweyê çil fenî devê xwe kire t'erlê, gîsik derxistin xwarin, lê lingê wî k'ete t'erlê hate girtinê.
Herdu rûvî nihêrîn xweyê t'erle we jêrda tê. Rûvîyê t'erlêda, xweyê çil fena ji tirsa xwe unda kir. Rûvîyê xweyê fenekê gotê: "Bira, tu xwe mirîtî dayne, ewê bê te derxe, bivîne mirîî wê te bavêje ser milê xwe. Îjar ezê jî vira nêzîkayê xwe t'irka mirarî daynim, gava ku xweyê t'erlê bê te hilde û bike here, ewê min bivîne, bêje: "Wa yek jî waye h'iþk bûye". Îjar wê te dayne bê ku min hilde. Hema ku ew bê nêzîkî min ezê xwera rabim birevim, tu jî xwera rabe bireve". Rûvîyê xweyê çil fenî go: "P'ak".
Xweyê t'erlê gava nêzîkî t'erlê bû, dî va rûvîk k'etye t'erlê. Ewî rûvî ji t'eriê derxist avîte ser milê xwe û ewe xwest ku here, dît va rûvîk jî mirîe. Ewî rûvîyê xwe danî, nêzîk bû ku here yê din jî hilde, dî rûvîyê te rabû revî, piþt xwe zivirî dî rûvîyê din ji revî. Xweyê t'erlê ma sêfîl.