Ç'irok 14.
K'î ne ji xîretêye, ne ji ometêye
Meh'med p'êxember rojekê îzna sê eskerê xwe dide herine mal.
Eskerek tê mal, dinhêre merivek wa t'evî jina wî razaye. Þûr dik'þîne serê herdna jî difirîne, lêdide dizvire diçe cem Meh'med.
Eskerê duda tê mal divîne xortek t'evî jina wî razaye. Ew herdua jî h'iþyar dike, mêrik ji mala xwe derdixe, jinê jî hildide dice cem qazi u we berdide.
Eskerê sisya tê mal, ew jî dibîne wekî jina wî t'evî xortekî razaye. Esker mêrik h'iþyar dike, ewî ji mala xwe derdixe, lê jinêîa gilîk navêje, cem dimîne sibê radibe diçe.
Wexta hersêk jî têne cem p'êxember, p'êxember ji wan hersya pirs dike, heryek çi ku dîtine bêjin. Eskerê pêþin ku qisa dike p'êxember divêje: "Tu here piþ E'lî Þêr bisekine, tu mêrxasî", Eskerê duda ku gilî dike, p'êxember divêje: "Tu were piþ min bisekine, tu rya xwededa dici, le benamusye ji qebul naki". Eskere sisya gilye xwe dike, p'exember dive: "Lao, hevale te t'unenin tuê bêxîretî, yê ne ji xîretêye, ne ji ometêye".