Ç'irok 37.

Du serê çê naçine ser be'lgîkî

Rojekê gondîk radibe dike here cem xwedê. Rêva rastî kalekî tê. Kalê jê dipirse, divê: "E'vdê xwedê, tuê k'uda herî?" Gundî divê: "Ez dixazim herime cem xwedê, bizanibim çika rastya wî çewane?" Kalê divêje: "E'vdê xwedê, xwedê ez þandime bal te, ku ez caba pirsêd te bidim, were bi mira em herin".
Kalê û gundî berê xwe didine berb gundekî. Rêva rastî cotk'arekî tên, dinhêrin cotk'ar sibê þebeqêda rabûye cotê xwe dike. Ew begemya xwe didiae cotk'ar û derbaz dibin diçin. P'ir diçin, hindik diçin divinin bûkek wê xwera razaye, ro hatye, nîvro, ew hê haj xwe t'uneye. Kalê divê: "Eva bûka, jina wî xortîye".
Ew digîhijine k'ewþanê gund divînin wê xortek gaê xwe t'eze girtye ku qoþke. Ew li xortî dinhêrin û diçine nava gund. Diçine nava gund dinhêrin wê bûkeke cahil þuxulê xwe xilas kirye û nanê mêrê xweî cotk'ar girêdaye ku bive bidê.
Kalê dizvire ser milê xwe, divê: "E'vdê xwedê, eva bûka jî jina wî xortê t'embele, ku gaê xwe t'eze qoþdikir".
Gundî divê: "Kalê, lê çima ew bûka qoçax ew xortê qoçax nestandye hatye vî xortê t'embel standye?". Kalê divêje: "Rastya xwedê jî eve, gere du serê çê neçine ser be'lgîkî".


© kurdstory.com. Materials are allowed to copy and rewrite only with hyperlinked text to this website.