Ç'irok 31.

Aqilê xwe ji dûwê rep hilîna

Þêrek û gurek û rovîk gihane hev û bi hevra çûn rastî hespekî batin. Þêr lepek li hesp da kuþt. Gote gur, go: "Bira tu goþtê me p'ar bike". Gur rabû herçî goþtê nerm ji xwera danî û bestî ji þêrra danîn û ûr û rovi ji rovira danin.
Þêr ji vê p'arkirinê p'ir xeyîdî hema rabû ser xwe û lepek li nav ç'avê gur da. Serê gur k'ete e'rdê û dûvê wî ma rep. Þêr gote rovî, go: "Rabe tu vî goþtî li me p'ar bike". Rovî rabû herçî goþtê nerm û bez li ber þêr danîn û herçî ûr û rovî li ber xwe danîn. Þêr go: "Rovî, te ev aqil ji k'u girtye?" Rovî go: "Min ev aqil ji dûvê rep girtye".


© kurdstory.com. Materials are allowed to copy and rewrite only with hyperlinked text to this website.