Ç'irok 25.

Sim-simê k'erêne, fêl-fêlê P'erêne

Wextekê, maleke girane, mezinda bûkeke diz hebûye. Çiqa kevanya malê dew dik'ila rûn dikire k'ûpekî, ew her car dik'ete þikê wekî rûnê wê tê dizînê. Kevanî duþurmîþ bû, xast bizanbe k'ê didize rûnê wê. Ewê nêzîkaya k'ûpê rûn k'ulme dudu ar ser e'rdê reþand, ku ji dewsa linga diz nas bike.
Navê bûka diz P'erê bû. Rokê ew tê, wekî rûn bidize, dibîne ku dora k'ûp ar reþandye. Duþurmîs dibe, diçe t'ewlê k'erê derdixe, lê sîyar dibe dajo tê ber k'ûp disekine. Çiqa lê rûn lazim dibe ew jê hildide.
Kevanî tê lêdinhêre, wekî dora k'ûpê t'enê dewsa simê k'erê têne xuyanê. Diçe k'ûp dinhêre, dinhêre rûn dîsa dizîne. Disekine û dibêje: "Raste, sim - simê k'erêne, lê fêl - fêlê P'erêne".

© kurdstory.com. Materials are allowed to copy and rewrite only with hyperlinked text to this website.