Ç'irok 23.

Risqê gurê kore

Rojekê merîkî ze'fî k'esîv hebû, gundekîda bû þivan. Rojekê mîstewrek ji pêz qetya û revî. Þivan da pey çû. Çû, lê nihêrî mî k'ete gelîkî li ber mixarekê. Gurekî kor ji laua xwe derk'et û mîstewr girt, ber lana xweda xar. Þivan zivirî çû gihîþte pezê xwe. Êvarê pez bir gund û e'lemetî da gundya, wekî sibê ew naçe ber pêz. Jina wî pêda k'et, çima naçe ber pêz. Þivan go: "Jinik, ezim ez naxebitim, çima xwedê risqê garê kor lanêda digihîne, çima min navîne ku risqê miû negihîne?" Jina þivîn lê nihêrî ku e'bûra zarê wê nabe, rabû çû cem rîspî û dewsa mêrê xwe çû ber pêz. Þivanek jî heval bû. Rojekê herdu þivan çûn çolê, ber qûç'ekê rûniþtin lê nihêrîn, wekî derêk'ûpekî tê xayan. Çûn derê k'ûpê vekirin lênihêrîn wî k'ûpîda t'ije zêrin. Jina þivîn go: "Bira, emê pêz bivin gund, paþê tu û mêrê min werin zêr derxin bîniû". Þivan go: "Birabe".
Ew pêz ajotin hatin gund. Berî êvarê þivan hat pey mêrê jinikê go: "Rabe em herin, me k'ûpe zêr dîtye, em xwera bînin bên". Mêrê jinikê go: "Na, bira, ez naêm. Çima xwedê dikare risqê gurê kor lanêda bigihîne, çima nikare risqê min malda bigihîne". Þivan go: "Gor bavê te, ezê va herim k'ûpe zêr xwera bînîm". Jinikê h'evsa xwe kir þivînra neçû. Þivan çû gihîþte qûç'ê, derê k'ûpê vekir lê nihêrî çi bivîne, k'ûp t'ije me'rin, ser hev, bin hevra diçin, go: "Welle, wekî usane ezê vî k'ûpê me'ra bivim k'uleka þivînda bavêjim bira wî bêxîretî bikujin". Ew k'ûp hilda anî gund. Çû rabû ser xanîyê þivîn, k'ulekêra k'ûp vala kir mala wî, Piþta xwe daê û çû. Mêrik û jinik ç'ira vêxistin, lê nihêrîn, wekî k'ûpe zêr ji k'ulekêra ro kirine. Rabûn zêr t'op kirin, mêrik go: "Jinik, te dî ne min tera digo, çima xwedê dikare risqê gurê kor lanêda bighîne, çima min nabîne ku risqê min jî bighîne?"


© kurdstory.com. Materials are allowed to copy and rewrite only with hyperlinked text to this website.