Ç'irok 11.

Hûr-hûrka negihîþtime gir-girka

Jinek hebûye, mêrê wê gavan bûye. Rojekê, çaxê mêrê jinikê garan ji gund derdixe, jinik radibe kuç'kê xwe dadide, ser sêlê qeynokê xwe diqelîne. Nav malê hine cî t'emiz dike qeynokê xwe ser t'exte radixe û destpê dike dixwe. Ne mal t'emiz dike, ne nivina berev dike, ne t'ewle gêzî dike. Ro diçe ava, mêrê jinikê tê e'cevmayî dimîne.
Çend roja wa derbaz dibe. Mêrik divîne jina wî mîna berê ne mal t'emiz kirye, ne nivîna berev kirye, ne t'ewle gêzî kirye, radibe divê: "Jinik, ev çi hal-h'ewale?" Jin divê: "Mêrik hûr-hûrka negiliîþtime gir-girka".


© kurdstory.com. Materials are allowed to copy and rewrite only with hyperlinked text to this website.